H’emû nûçe

Şer’k’arîya Waşîngton-T’êhranê li ser axa Libnanê: miqala Şahan Gantaharyan

Baylozê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîye /ŞAY/ li Libnanê cara bi sirê bûyarên sîyasîye li Libnanê qîmet kirîye.Cêr’ibandin hate kirinê, ku gava t’er’ibandîye bi sirê bînine deşta h’iqûqî.Li vir pirsgirêk diha gelekî li ser alîyê pirsêyî sîyasî û we’dê bijartî tê merk’ezkirinê.H’ukumat k’etibû nava h’alekî dijwar.Waşîngtonê dijî t’eşkîleta Îranê h’ukumî li ser Bêyrût’a r’esmî kirîye û bi berbir’îbûna zelal fikira xwe daye k’ifşê.Nava wê bangêda hatîye dîyarkirinê,wekî bona krîzîsa êkonomîkîye li welêt, t’eşkîleta bin h’ukumê Îranêye cabdara wê yekê. Bona lîstikçîyên r’êgîyonêye sereke, ev dik’a pêşdak’işandî t’enê bi sê alîyava, ŞAY-Îran-Libnan, ser hevda nayê. Baylozê R’ûsîyayê derheqa vê yekêda xeberdabû û derheqa gava Waşîngtonêda dabû dîyarkirinê û ew yek çawa provokasîya nav kiribû. Bi dereca r’êgîyonê firqî tê k’ifşê. Li Îraqê Enqere û T’ehran t’abîyên k’urda dixin.Ew wan t’abîya dixin, yên ku giva piştgirîya amêrîkîya stendine. Bi wê yekêva t’evayî Enqere nişkêva e’lam dike,wekî li Îdlîbê gerekê opêrasîyon bê derbazkirinê. Li vir qyîlîya T’ehranê-Enqerêye t’evayî heye.Merem ewe, ku t’abîyên k’urdaye li Îraqê, paşê jî yên li Sûrîyayê bixin.Bêguman faktora k’urda t’enê nîne, li k’îderê berjewandîyên r’ûsa û t’irka hev nagrin.Em bêjin,wekî li vir jî Waşîngton û Moskva merem danenîne pêşîya xwe ku faktora k’urda bidine t’unekirinê.Usa dertê,wekî şer’k’arîya Waşîngtonê û T’ehranêye li ser axa Libnanê, wê berdewambe, hela hê bi cûr’ê dîplomatîk, înformasîyon û êkonomîkîva.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button