H’emû nûçe

7O selefê welatîyên Ermenîstanê piştgirên wê fikirêne, lê 16 selef jî “bi hinek qewila”, ku Arsax bibe beşeke Ermenîstanê

Merk’eza Kavkazêye r’êsûrsên lêk’olnîyê eva îdî cara nehaye, ku ev lêk’olîn derbaz kirîye.Ev lêpirsîn ji 21-ê sibata sala 2O2O-î h’etanî 15-ê adarê hatîye derbazkirinê. Nava doranên lêpirsînêda p’êşekzanên merk’ezê fikirên welatîyên Ermenîstanêye derheqa h’elkirina pirsgirêka Qerebag’êda lêk’olîn kirine.3O-î selefê wan meriva, yên ku lêpirsînêr’a derbaz bûne, difikirin,wekî nava pênc salên pêşîyêda dikarin bi r’îya hevr’axeberdanên e’dil bighîjine h’elkirina pirsgirêka Qerebag’ê. 13 selef difikire,wekî diqewime nava pênc salada pirsgirêk bê h’elkirinê, lê bona 23 selefa ew yek hindik nêzîkî aqilaye. 21 selef difikire,wekî tiştê usa nabe, lê 13 selefê mayîn jî caba xwe dane û gotine, ku nizanin wê çawabe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button