SerekeSîyasî

Bêlar’ûsîya aktîvîstê k’urd t’eslîmî T’irk’îyayê dike

Mafp’arêzên Bêlar’ûsîyayê de’wê ji seroketîya dewletê dikin, ku t’erka t’eslîmkirina aktîvîtstê k’urdî sîyasî Hîkrî Mamas bidin.Meh’kema Bêlar’ûsîyayêye t’ewrebilind şikyatê aktîvîstê k’urd, yê dijî dêportkirinê qebûl nekirîye.Endamê Dêmokrasîya Gela Hîkrî Mamas sala 2O19-a li Mînskê hatîye girtinê.Ew nava xebitandina pasporta fe’şda gunek’ar kirine.Mamas dide dîyarkirnê,wekî ewî nava fikirên sîyasîda gunek’ar dikin, lê me’nîke mayîn digrin, çimkî ew t’evî meşên e’dil bûye. “Em h’esab dikin, wekî Hîkrî Mamas gerekê neşînine T’irk’îyayê, çimkî li wir wê wî bizêrînin”,-koordînatora mafê mêrivî li Bêlar’ûsîyayê Ênîra Bronîskayayê gotîye.Advokata Mamas jî daye dîyarkirinê,wekî komîtêya Organîzeya Net’ewên Yekbûîye mafên mêriv, hela hê qirara xwe qebûl nekirîye û serda zêde kirîye,wekî li T’irk’îyayê wê Mamas bizêrînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button