H’emû nûçe

Caba cêr’ibandina têstên ermenî îdî hatîye:ji çar nimûna sisê gar’antîyayê didin

Merk’eza kontrolkirin û îzinndayîna nexweşîya îdî têstên ermenî cêr’ibndine û hatîye dîyarkirinê,wekî ji çar nimûna sisê gar’antîyayê didin.Derheqa wê yekêda serk’arê înstîtûta bîyolcî Arsên Ar’ak’êlyan gotîye. “Bi çêkirina wan, sê nimûna têstên ermenî r’astbûna li ser dereca bilind didine ç’areserkirinê. Em têr’a dibînin awqas têsta çêkin, yên ku wê h’ewcetîya têskirina li Ermenîstanê bidine ç’areserkirinê. R’ojê ji 2OOO-a h’etanî 25OO têst wê bêne çêkirinê”,- ewî gotîye.Bi gotina Ar’ak’êlyan,caba cêr’ibandina heye, niha dimîne ku t’evî wezîreta saxlemîxweykirinê p’evk’evin û piştî wê yekê têstên ermenî her’ine laboratorîya.Em bîr bînin,wekî xeberdanên derheqa çêkirina têstên ermenîda ji meha adarê detpê bibûn, lê çêkirina wana ji 14-ê adarêda destpê bûye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button