SerekeSîyasî

H’ukumata Herêma K’urdistanê destpê dike qanûna derheqa r’êformêda bide xebitandinê

Wextê civîna h’ukumata Herêma K’urdistanê, hatîye qirarkirinê ku ji yekê tîrmehê qanûna derheqa r’êformêda bidine xebatê.Derheqa wê yekêda k’atibê prêssyaê, yê h’ukumata herêmê Cûdîyar Adil gotîye û serda zêde kirîye,wekî meremê qanûnêyî h’îmlî ewe, ku navnîşa xebatk’arên dewletêye r’ast hazirkin, yên ku li ser mi’aşa dewletêne, ew jî li ser h’îmê sîstêma bîomêtrî bê hazirkirinê, ya ku pêşda hatibû qebûlkirinê. Adil usa jî daye dîyarkirinê,wekî stratêcîya h’ukumata herêmê ewe, ku hevr’axeberdanên t’evî h’ukumata fêdêral berdewambin û anegorî konstîtûsîyayê pirsgirêk bêne h’elkirinê.Hatîye dîyarkirinê,wekî zûtirekê dêlêgasîya nû wê her’e Bexdayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button