SerekeSîyasî

T’irk’îya hêzên zêde dişîne Sûrîyayê

R’oja çarşemê T’irk’îyayê hêzên zêde şandine neh’îyên bakûr-r’ojavayê Sûrîyayê.Merk’eza Sûrîyayêye mafên mêriv, nava r’aporta xweda daye dîyarkirinê,wekî 15 avtomaşînên t’irka k’etine nava têrîtorîya Sûrîyaê û çûne berbi t’abîyên t’irka.Ji wî çaxîda wextê ku meha adarê qayîlnivîsara derheqa agirbestêda îzbat bû, hejmara p’areskerên t’irkaye li bakûr-r’ojavayê Sûrîyayê gihîşte 431O merivî.Merk’eza mafê mêriv daye dîyarkirinê,wekî h’etanî r’oja îroyîn 7645 avtomaşîne û têxnîka leşkerî, nava wanda tank, maşînên zirih’kirî û têxnîka başqe k’etine axa Sûrîyayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button