SerekeSîyasî

K’urda cabdarîya t’eqîna li T’irk’îyayê hildaye ser xwe

R’oja înîyê li fabrîka matêrîyalên teqandinê, ya li provînsîya Sak’arîyê t’eqîna mezin qewimîye.Çend beşên fabrîke hatine t’unekirinê.Wextê t’eqînê çar meriv hatine kuştinê, lê ji sedî zêdetir birîndar bûne.Em bêjin wekî i’mbarên fabrîkayêda ji sed tonnî zêdetir matêrîyalên t’eqandinêye hazir hebûne. Anegorî me’lûmetîyên pêşda stendî, ew t’eqîn r’ûê şaşîya merivada qewimîye, çimkî ew matêrîyal r’ast nehatine xweykirinê. Feqet malp’er’ên sosîyalîda e’lametî belav bûye, wekî ew t’eqîn ji alîê k’omeke k’urdada hatîye mîyaserkirinê, ya ku cabdarîya t’eqîna li fabrîkayê hildaye ser xwe. Hatîye îzbatkirinê,wekî li wê fabrîkayê matêrîyalên t’eqînê bona eskerên t’irka çê dikin û me’nî hema ewe, ku êrîş birine li ser wê fabrîkayê.Dawîya meha h’ezîranê ewê k’omê usa jî derheqa agirpêxistinên li Stembolê û Îzmîrê e’lam kir. Feqet organên qewatê, wê yekê çawa agirpêxistin qebûl nakin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button