SerekeSîyasî

Meh’kema t’irka çar aktîvîstên Amnesty International-ê avîtîye h’ebsê

R’oja înîyê meh’kema Stembolê cezayê girtinê da çar aktîvîstên t’eşkîleta mafp’arêze navnet’ewî Amnesty International-ê.Derheqa wê yekêda r’ojne’ma “Sabah”-ê nivîsîye.Çawa ku hatîye r’agîhandinê, sedirê beşekê T’anêr K’iliç cezayê girtina şeş sala û sê meha stendîye, du aktîvîstên mayîn cezayê girtina du sala û mehekê stendine. Ew bi xala qanûnaye derheqa “t’evbûna t’evî k’oma têr’orîstîye sîlih’kirî” gunek’ar kirine.Dewleta t’irka destpêka h’ezîrana sala 2O17-a, K’iliç û 22 h’iqûqzan girtine, çimkî ew h’esab kirine çawa piştgirê Fetûlah Gyûlên, k’îjanî Enqere nava cêr’ibandina welger’andina dewletêda gunek’ar dike. Serokê T’irk’îyayê T’ayp Êrdog’an t’eşkîleta Amnesty International -ê nava cêr’ibandina welger’andina dewletêye nûda gunek’ar kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button