SerekeSîyasî

Parlamênta K’urdistanê wê lêpirsîna bombebarandinên t’irka û îranîya derbazke

Parlamênta Herêma K’urdistanê wê dêlêgasîyayê bişîne li ser sînorê T’irk’îyayê û Îranê bona lêpirsîna bombebarandinên ji alîyê wan herdu welatada mîyaserkirî. Derheqa wê yekêda parlamêntvanê K’urdistanê Ç’ya H’emîd Şerîf daye dîyarkirinê û gotîye,wekî sê komîtê wê t’evî dêlêgasîyayêbin û dêlêgasîyayê her’e li wan neh’îyên li ser sînor, li k’îderê T’irk’îyayê û Îranê bombebarandinên xwe zêde kirine. Îran wê herêmê dide ber bomba bi meremê êrîşa li ser k’omên k’urdaye opozîsîyîon, lê T’irk’îyayê opêrasîyon dijî PKK-ê destpêkirîye, nava encamên k’îjanêda cêrge gund hatine êvakûasîyakirinê û binelîyên e’dil hatine kuştinê. Parlamêntvan daye dîyarkirinê,wekî ev hersê komîtê wê lêpirsînê derbazkin, paşê wê r’aporta t’evayî bona r’aberkirina li parlamêntê hazirkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button