Sîyasî

Binelîyê E’frînê nava encamên zêrandinada wefat bûye

Binelîyê gundê K’arzelayê, yê neh’îya Şeravayê E’vbdur’eh’man Îbîş Bek’o nava encamên zêrandinada, yên ku ji alîyê k’irêkirîyên T’irk’îyayêda hatine mîyaserkirinê,wefat bûye.Du meh pêşda k’irêkirîyên t’irkaye k’oma “Al H’emzet”-ê E’bdur’ehman Bek’oyê 38-salî r’evandibûn, gundê k’îjanî li ser têrîtorîya E’frînêye okûpasîyakirîye.Wextê ku E’bdur’eh’man Bek’o li cem wan bûye, ew gelekî zêrandine û ew nava qewilê gelekî xirabda maye.R’ûê wî h’emû tiştîda saxlemîya wî gelekî xirab bibû. E’bdur’ehman Bek’o piştî wê yekê aza hate berdanê, wextê ku malbeta wî p’ere dane wan k’irêkirîya.Feqet, piştî 2O r’ojî E’bdur’eh’man Bek’o wefat bû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button