SerekeSîyasî

Lîdêrên k’urda kuştina p’êşekzanê îraqî Hîşam al- Haşimî gunek’ar kirine

Serokê K’urdistanê û serekwezîrê K’urdistanê, usa jî ofîsa lîdêrê k’urd Me’sûd Barzanî kuştina p’êşekzanê îraqîyî alîyê bêqezîyabûnêda Hîşam al- Haşimî gunek’ar kirine. “Ez serxweşîyê didime malbeta wî û heval-hogirên wî.Ez gumanim,wekî merivên nava wê yekêda neheq wê zûtirekê bêne dîtinê û li ber meh’kemê bisekinin”,-nava e’lametîya serekwezîr Barzanîda hatîye gotinê.Wek’îla ştaba Barzanî Vîan Daxîlê e’lam kirîye,wekî k’oma ku Haşimî kuştîye gerekê bê dîtinê, merivên neheq gerekê li ber cabdarîyê bisekinin.Nava e’lametîyêda usa jî serxweşî hatîye dayînê.Em bêjin,wekî k’omeke merivên sîlih’kirî bi motosîkla derbaz bûne û li ber mala wî agir kirine û ew kuştine.Gelek dîplomat û baylozxwenên welatên der bi e’lametîyên xweva pêşda hatine û ew yek gunek’ar kirine, bangî h’ukumata Îraqê kirine, ku wan meriva bibînin û li ber meh’kemê bidine seknandinê. Serokê Herêma K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî jî kuştina Hîşam Al Haşimî gunek’ar kirîye û serxweşî daye malbeta wî. Bona kuştina Haşimî, serekwezîrê Îraqê Mistefa al-K’azimî, serokê polîsîya Bexdayê ji xebatê daye derxistinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button