SerekeSîyasî

H’eftar derheqa meremê derxistina eskerê t’irkaye ji Lîbîyayê e’lam kirîye

Fermandarê eskerê Lîbîyayêye miletîyê Xelîf H’eftar gotîye,wekî welatê wî nava qezîyayêdane û pêşer’ojêda kolonîyalîzma t’irka bona wan qezîyaye.Agrêsîya T’irk’îyayê bona yektîya Lîbîyayê û qewînbûna herêmê qezîyaye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî Enqere dice’dîne r’êsûrsên Lîbîyayê bike bin kontrola xwe, bona ku krîzîsa xweye êkonomîkî bide h’elkirinê. “Me guh da civaka navnet’ewî, ku nava h’elkirina pirsgirêka sîyasîda pêşda her’in, lê emê îzinê nedin, ku ev êtap bona anîna sîlih’a û ç’ekdarên k’irêkirîye li Lîbîyayê bidine xebatê. Mermê me heye ku em dijî agrêsîya t’irka şer’kin û emê paşda venek’işin, h’etanî ku t’irkên dagirkir û k’irêkirîyên wan ji axa me dernek’evin”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button