SerekeSîyasî

R’ûbîn: T’irk’îya diha gelekî sponsora têr’orêye ne ku PKK

Nevsê derecebilind, yê Pêntagonêyî berê Mayk’il R’ûbîn li ber komîtêya amêrîkîye alîyê azaya dînî gotîye,wekî ŞAY gerekê PKK-ê ji nava navnîşa t’eþkîletên têr’orîsta derxin.Wextê hevp’eyîna t’evî North Press-ê, R’ûbîn berfireya vê pêşnîyarê şirovekirîye, derheqa mecala wê û h’ukumê p’êwendîyên amêrîkîya-t’irkaye li ser h’alê Sûrîyayê daye dîyarkirinê. R’ûbîn gotîye,wekî t’eşkîleta Hamas k’oma têr’orîstîye, ya ku li Gazayê hatîye t’eşkîlkiinê û usa jî DAÎŞ t’eşkîleta têr’orîstîye, ya ku li Sûrîyayê û Îraqê hatîye sazkirinê.Ewî gotîye,wekî çi ku li Sûrîyayê qewimîye, şe’detîya wê yekê dide ku k’urd, yên ku dijî êk’strêmîzmê şer’k’arîyê dikin, hevk’arên amêrîkîyane û meremê wane t’evî ŞAY-î yeke, ew ne dijminin û ne jî têr’orîstin.R’ûbîn gotîye,wekî T’irk’îyayê gelek înformasîyayên derew derheqa PKK-da r’aber kirine û çi ku ji alîyê t’irkada tê r’aberkirinê, ew h’emû tişt fe’şe.Bi gotina wî, ŞAY gerekê p’êwendîyên xweye t’evî T’irk’îyayê lê binihêr’e.Ewî serda zêde kirîye, ku T’irk’îya endama NATO-ye, lê diha zêde tê ber ç’e’va,wekî ew r’ola sponsora têr’orê diha zêde dilîze, ne ku PKK-ê. Mayk’il R’ûbîn usa jî gotîye,wekî wek’îlê ŞAY-yî li Sûrîyayê Cêyms Cêfrî îzbatîya derheqa p’aqijkirinên êt’nîkîda r’aber kirîye û îzin daye Êrdog’an ku h’idûdên T’irk’îyayê bide guhar’tinê.Ewî serda zêde kirîye,wekî T’irk’îya li ber Cêfrî fe’şkirina dike û kirinên Cêfrî bona k’ara R’ûsîyayê, Esed û DAÎŞ-ê bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button