SerekeSîyasî

Wek’îlê hêzên Sûrîya Dêmokratîk:em t’evî R’ûsîyayê û ŞAY-î dixebitin bona ku êrîşên T’irk’îyayê bidine sekinandinê

Wekîlê hêzên Sûrîya Dêmokratîk Gîno Gabrîyêl e’lam kirîye, wekî ew xebata t’evayî,ya t’evî R’sîyayê û ŞAY-î derbaz dikin, bona ku êrîşên dewleta t’irkaye li ser R’ojavayê bidine sekinandinê.Ewî gotîye,wekî T’irk’îya qayîlnivîsara di navbera T’irk’îyayê û R’ûsîyaêda, usa jî ya di navbera T’irk’îyayê û ŞAY-da xweyî nake.Anegorî wan qayîlnivîsara, hêzên Sûrîya Dêmokratîk 15 kîlomêtra ji h’idûd paşda vek’işîyane û ew qayîlnivîsarê xweyî dikin. Gîno Gabrîyêl gotîye,wekî k’omên Sûrîyayêye opozîsîyon, yên T’irk’îyayêva girêdayî, dîsa êrîşên xwe berdewam dikin.Wek’îlê hêzên Sûrîya Dêmokratîk daye dîyarkirinê,wekî ew t’evî R’ûsîyayê û Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî xebatê dikin ku maf neyêne t’er’ibandinê û li herêmê opêrasîyon neyêne mîyaserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button