Aborî

Xortên ku şerê Nîsanêra derbaz bûne li Ermenîstanê bi destên xwe tivingên otomatîk berev dikin

Qulixçîyên leşkerîye ku şerê Nîsanê, Afxanistanê ra derbaz bûne û yên ku tevî mîsîyayên aşîtîparêziyêye li Kosovoyê bûne, usa jî qulixçiyên leşkerîye başqe, bi destên xwe tivingên otomatîke “Kalaşnîkov” li Ermenîstanê berev dikin. Çawa ku me pêşda gotibû, hevaltiya tezevekirî, ya bi nave «Nêytron GAM», bi parçên ji Rûsîayê anî tivingên otomatîk berev dike. Cîgirê serokê hevaltiyê Îgor Gordîênko gotiye, wekî îzina wan heye salê 50000 tivinga berev bikin û wextê êtapa ewlin ewê bi parçên ji der anî tivinga berev bikin. Li hevaltiyê  tivingên modêla nû, yên AK-103, tên berevkirinê û beşa wan sîlihaye ewlin wê bighîje hezên Ermenîstanêye sîlihkirî, lê beşên mayîn wê bifroşne welatên başqe. Beşa ewlin wê dawiya meha tîrmehê hazir bibe. Ji nîveka sala 2021 ê tivinga Kalaşnîkov wê bi hemû parçên xweva, bi temamî, li Ermenîstanê bê çêkirinê. Sala 2021 ê  usa jî fişekên nû wê li Ermenîstanê bêne çêkirinê û hejmara wan wê salê bighîje 150 mîlyonî. Nîveka sala tê karxana fişeka wê destbi xebata xwe bike, li kîderê wê 1200 meriv bixebitin. Anegorî peymana tevî konsêrna Kalaşnîkovê, peyman bi wedê 10 sala hatiye îmzekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button