H’emû nûçe

“Ermenîstan wê bibe ew merk’ez, k’îjanê ji alîyê guhdarvanê mûzîka klasîkda bê guhdarkirinê”: li Yêrêvanê fêstîvala navnet’ewî wê derbazbe

Ji dehê tîrmehê h’etanî 28-a li Yêrvêvanê wê bi sernavê “Mûzîk 2O” fêstîvala navnet’ewîye onlayn derbazbe, nava doranên k’îjanêda cêrge artîstên nav û deng, yên nava mûzîka klasîkda wê bêne Ermenîstanê.Konsêrtê li komplêk’sa konsêrta û sportêye ser navê Karên Dêmîrç’yan derbazbin, lê t’emaşevanê wan konsêrta onlayn wê t’emaşekin. T’eşkîldarên fêstîvalê, serk’arê k’oma Ermenîstanêye dewletêye sîmfonîk û dîrîjîyorê sereke Sêrgêy Smbatyan û serk’arê komplêk’sa ser navê Karên Dêmîrç’yan Karên G’azaryanin.Ew nava h’alê nihada t’eşkîlkirina wê yekê çawa destanîneke mezin h’esab dikin.T’eşkîldarên konsêrta dane dîyarkirinê,wekî artîstên ku bêne Ermenîstanê, wê kar’antîna 14 r’oja xweykin, pêşîya çûyîna li serayê wê bêne dêzînfêksîyakirinê, maska daynin, xêncî pêşdahatina wextê li konsêrtê, di navbera wanda wê dûraya sosîyalî bê xweykirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button