SerekeSîyasî

R’ûsîya dîyaloga di navbera k’urda û Damişqêda dip’arêze:Zaxarova

Girêdayî pêşer’oja Sûrîyayêr’a, R’ûsîya dîyaloga di navbera k’urda û Damişqêda dip’arêze.Derheqa wê yekêda wek’îla wezîreta R’ûsîyayêye k’arên der Marîya Zaxarovayê e’lam kirîye. “Bi seda sala Sûrîya welatekî usa bûye, li k’îderê k’omên êt’nîkî û dînî nava aşîtîyêda bûne.Bêguman, ev yek nikare qedirgirtinê pêşda neyne, derheqa çida me gelek cara xeberdaye.Em li ser wê fikirêne,wekî tradîsîyayên dîrokîye vî cûr’eyî, gerekê bi t’emamî bêne xweykirinê û berdewamkirinê.Em têr’a dibînin,wekî k’urdên Sûrîyayê beşeke cime’ta Sûrîyayêne. Bi h’esabhildana vê yekê, Moskva piştgirîyê dide dîyalogê, ya ku di navbera k’urdada û Damişqêda bona pêşk’eftina welatê t’omerî berdewam dibe”,-Zaxarovayê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button