H’emû nûçeSereke

Li K’obanê birca seh’etêye nû çawa sîmvola berxudana dijî DAÎŞ-ê wê bê çêkirinê

Li bakûr-r’ohilatê Sûrîyayê, li R’ojavayê, birca nû li K’obanê tê çêkirinê, ya ku seroketîya cî nav dike çawa sîmvola berxudana dijî DAÎŞ-ê.Bi gotina serokê şaredarîya K’obanê ev pr’oje bahê 5O-î h’ezar dolaraye û h’etanî dawîya mehê ewê ser hevda bê. Serokê şaredarîyê Farîs Êtî gotîye,wekî bajar’ê K’obanê layîqî wê yekêye, çimkî li vir k’arekî mezin hatîye kirinê, li vir DAÎŞ hatîye alt’kirinê. Bi gotina wî ev yek sîmvola berxudana K’obanêye. Sala 2O14-a ç’ekdarên DAÎŞ-ê p’ir’anîya axa Sûrîyayê û Îraqê kontrol dikirin. Nîveka meha îlonê DAÎŞ-ê dora K’obanê girt û ew dorp’êç’ kir. Bi h’ezara binelîyên e’dil çûne T’irk’îyayê. Bi alîk’arîya koalîsîyîona navnet’ewî, hêzên pêşmergên K’urdistanê, k’omên p’arastina gel, DAÎŞ bin k’et û destpêka sala 2O15-a ew ji wir hatine derxistinê. Dîroka bajêr’ ya şorişêye.Hema li vir jî k’urdên bakûr-r’ohilatê cara e’wlin derheqa opozîsîya xweda ya hindava r’êjîma Başar Esedda sala 2O15-a e’lam kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button