H’emû nûçeSereke

K’oma Mînskê e’lametî belav kirîye

H’emsedirên k’oma Organîzeya Hevk’arî û Bêqezîyabûna Avropayê Mînskê p’evçûyînên li ser h’idûdên Ermenîstanê û Adirbêcanê qewimî, gunek’ar kirine û bangî alîya kirine, ku sertbûna h’al bidine sekinandinê. “H’emsedirên k’oma Mînskê t’er’ibandinên r’êjîma agirbestêye dawî gunek’ar dikin û bangî alîya dikin, ku h’emû mecalên pêwîst bidine xebatê, bona ku h’al zêde sert nebe. Ew usa jî dikarin p’êwendîyên r’aste-r’ast bidine xebatê”,- nava e’lametîya h’emsedirên k’oma Mînskêda hatîye gotinê.Wezîreta T’irk’îyayêye k’arên der jî derheqa bûyarên li ser sînorên ermenîya-azêrîyar’a, e’lametî dabû û kirinên alîyê ermenîya gunek’ar kiribû.Wezîreta Ermenîstanêye k’arên der bersiva wê yekê daye.Em bîr bînin,wekî 12-ê tîrmehê seh’eta 12-a derbaz 3O-î deqe qulixçîyên azêrîyaye leşkerî cêr’ibandine bi avtomaşîna ÛAZ sînorê Ermenîstnêyî dewletê bit’er’ibînin. Piştî e’şaretîya alîyê ermenîya, leşkerên azêrî ew avtomaşîne hiştine û paşda çûne li ser t’abîyên xwe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button