H’emû nûçeSereke
Mîsîya doxtiraye hûmanîtarî ji Almanîyayê hatîye Ermenîstanê
Mîsîya doxtirên ji Almanîyayê şuxulk’arîya xweye du h’evtîyaye hûmanîtarî li Ermenîstanê destpê kirîye.Derheqa wê yekêda ji baylozxana Ermenîstanêye li Almanîayê r’agîhandine.Ev mîsîya ji alîyê h’ukumata Almanîyayêda hatîye t’eşkîlkirinê, t’evî k’îjanê bûne cêrge t’eşkîletên navnet’ewî.Wextê mayîna xweye li Ermenîstanê, p’êşezanên alman wê nava şer’k’arîya nexweşîya dijî koronavîrûsê, li çend nexweşxana piştgirîyê bidine doxtirên ermenî.