H’emû nûçeSereke

Adirbêcanê çi cûr’eyî derb gîhandine gundên ermenîya: vîdêo

P’êşekzanê leşkerî Arsrûn Hovhannîsyan r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda du vîdêo belav kirine.Li r’ex vîdêoyê ewî nivîsîye:”Artîlêrîya Adirbêcanê vî cûr’eyî 13-14-ê tîrmehê gundên me dixist.Em bîr bînin,wekî ji 12-ê tîrmehêda h’alê li ser sînorê ermenîya-azêrîyayî li qeza Tavûşê sert bûye.12-ê tîrmehê r’oj, leşkerên azêrîya bi avtomaşîna ÛAZ xwestine sînorê Ermenîstanêyî dewletê bit’er’ibînin. Piştî e’şaretîya alîyê ermeîya, leşkerên Adirbêcanê avtomaşîne cîda hiştine û paşda veger’îyane li ser t’abîyên xwe. Ji wî çaxîda qewatên azêrîya him t’abîyên ermenî, him jî gundên ermenî didine ber gula û t’opa. Ji alîyê ermenîya çar qulixçîyên leşkerî şih’îd k’etine, deh jî birîndar bûne. Adirbêcanê bi r’esmî derheqa 11 şih’îdên xweda gotîye, nava k’îjanadane usa jî gênêral-mayor P’olad Haşîmov.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button