H’emû nûçeSereke

Cêr’ibandina r’êvanşîzma Bek’ûê wê bighîne undakirina têrîtorîyayên diha mezin

Adirbêcan, bi h’esabhilnedana banga k’atibê Organîzeya Yekbûîyî sereke, ya 24-ê adarêye girêdayî xweykirina agirbestêr’a, h’alê li ser sînor dide sertkirinê û dicêr’ibîne wî cûr’eyî guhdarîya civaka xwe ji ser pirsgirêkên hundur’ û h’alê sosîyal-êkonomîkîyî giran derbazî ser vê yekê bike. Feqet vê carê wana cûr’ekî lap başqe kir. 12-ê tîrmehê leşkerên azêrîya xwestine sînorê Ermenîstanêyî dewletêyî li qeza Tavûşêr’a derbazbin û ew jî bi avtomaşîna ÛAZ.Piştî e’şaretîya alîyê ermenî, wana ew avtomaşîne hiştine û paşda veger’îyayne li ser tabîyên xwe. Piştî hinek we’de, azêrîya cêr’ibandîye t’abîyên Ermenîstanêye li ser sînor hildine destê xwe, lê vê carê bi alîk’arîya artîlêrîyayê. Mînên ku hatine avîtinê, li r’ex gundê Çînarê t’eqîyane.Feqet nava binelîyên e’dilda zyank’êş t’unebûne.Azêrîyên ku êrîş kirine, zyanê k’etine û paşda hatine avîtinê.Derheqa wê yekêda wezîreta Adirbêcanêye p’arastinê e’lam kirîye û îzbat kirîye,wekî r’ûê wê êrîşêda ji deha zêdetir leşkerên wan hatine kuştinê.Sêgmênta t’or’ên azêrîyaye sosîyalî, r’esmên leşkerên kuştî belav dike û pêr’a jî ew wezîrê p’arastinê Zek’îr H’esenov û wezîrê k’arên der Êlmar Mamêdyarov didine bêhurmetkirinê.Hinek jî bîr tînin, ku çawa wezîrê k’arên der li Nyû York’ê bona kur’ê xwe mala pênc mîlîonê k’ir’îye. Wextê civîna şêwira Adirbêcanêye bêqezîyabûnê, E’lîêvê sedir bi berfireyî derheqa wa gotî “provokasîya” ermenîyada xeberdaye.Ewî gef xwerine, ku wê e’rza bişînine sîstêmên navnet’ewî û wek’îlên welatên dere leşkerî t’eglîfke.Zîyana pêşdahatî Adirbêcanêr’a dest nade, derheqa çida pirêssa wana dinivîse.Careke mayîn cêr’ibandina r’êvanşîzmê wê gelekî biha li ser Bek’ûê r’ûnê û dewsa şaşîya stratêcî ew dikare bink’etina stratêcî bibîne û hêzên Ermenîstanêye sîlih’kirî dikarin diha pêşda her’in, planê hazirkin û opêrasîyonê berbi K’arvaç’ar’ê mîyaserkin, ku Ganzaka ermenî û dor berên wê azakin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button