H’emû nûçeSereke

Hêzên Ermenîstanêye sîlih’kirî aparateke Adirbêcanêye bêpîlote giranbiha û girîng jorda anîne xwerê

Wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê vîdêoya jordaanîna aparata Adirbêcanêye bêpîlote “Elbit Hermes 900” li ser sînorê ermenîya-azêrîya belav kirîye.Wextê qisa t’evî Armênprêsê, serokê fakûltêta zankoya leşkerîye ser navê Vazgên Sargsyan, ya fermandarîyê, k’atibê wezîreta p’arastinêyî berêyî pirêssayê Arsrûn Hovhannîsyan gotîye,wekî ev aparata bêpîlot ji wan aparatên here giranbihaye. “Elbit Hermes 900” aparata bêpîlote qewate û ew tê h’esabê çawa sîstêma serk’arîkirina êgir, ce’sûsîyê û gelekî giranbihaye.R’ûp’elê xweyî fêysbûkêda Arsrûn Hovhannîsyan nivîsîbû,wekî diqewime li dinîyayê cara e’wline ku aparata vî cûr’eyî tê lêxistinê. Vîdêoyêda tê k’ifşê, ku çawa leşkerên hêzên Ermenîstanê r’okêtê berdidin, ya ku wê aparatê dixe.Qîmetê wê nêzîkî 3O-î mîlîon dolarîye.Ew ji alîyê hevaltîya îsraêlîye “Elbit systems”-da tê çêkirinê. Li Adirbêcanê ew li bin kontrola qulixdarîya sînorxweykiradane, ne ku nava eskerdane.Ev yek şe’detîyê dide,wekî nava opêrasîyonêda xêncî eskerên Adirbêcanê, usa jî qulixdarîya dewletêye sînorxweykira hazir bûye.Xêncî wê aparatê, dîsa çend aparatên mayîn hatine lêxistinê, yên ku şikilda tên k’ifşê,wekî ew li Îsraêlê hatine çêkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button