H’emû nûçeSereke

Hêzên Ermenîstanêye sîlih’kirî pirsên pêşîya xwe danî h’el dikin: Arsrûn Hovhannîsyan

Niha li ser h’idûdê ermenîya-azêrîya h’al e’dile.H’alê vî cûr’eyî usa jî li ser xeta di navbera arsaxîya-azêrîyaye.Hêzên Ermenîstanêye sîlih’kirî pirsên pêşîya xwe danî h’el dikin. Derheqa wê yekêd ji qeza Tavûşê k’atibê prêssayê, yê wezîreta Ermenîstanêyî p’arastinêyî berê Arsrûn Hovhannîsyan gotîye.Ewî carekê jî gotîye,wekî bi saya qewatên p’arastina hewê, aparata azêrîyaye bêpîlote «Elbit Hermes 900» hatîye lêxistinê.Azêrîya usa jî têxnîka zirih’kirî unda kirîye. Arsrûn Hovhannîsyan daye dîyarkirinê,wekî hêzên Ermenîstanê pirsên pêşîya xwe danî h’el dikin û h’ewcetî t’une ku mobîlîzasîyayê derbazkin, yan jî k’omên r’ezedilvana qebûlkin.Ewî gotîye,wekî nêzîkî 2O birîndara hene, ji k’îjana pênc meriv gelekî sivik birîndar bûne û wê îro ji nexweşxanê derk’evin, lê ji pêncên mayîn jî h’alê birîndarekî hinekî girane.Deh birîndarên mayîn jî alîk’arîya doxtirîyê cîda stendine û dîsa veger’îyane nava cêrgên xwe.Nava binelîyên sîvîlda birîndar t’unene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button