H’emû nûçeSereke

Serk’eftina fikira ermenîye leşkerî û ulmî

Wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê e’lam kirîye,wekî şev dîsa du aparatên azêrîyaye bêpîlot jorda anîne xwerê. Çend h’ebên wî cûr’eyî jî 14-ê tîrmehê hatine lêxistinê.Hêzên Ermenîstanêye p’arastina hewê usa jî aparata Hermess 900-e bêpîlot xistine, karebûnên k’îjanêye têxnîkî gelekin.Ew aparata gelek fûnksîya mîyaser dike.Hêzên ermenîya bi xebitandina komplêk’sa r’okêtaye OSA ya modêr’nîzasîyakirî ew aparat jorda anîne xwerê.P’êşekzanên leşkerî dibêjin,weî ew aparat ya Îsraêlêye û cara e’wline ku wê aparatê dixin.P’êşekzanê leşkerî Arsrûn Hovhannîsyan e’lam kiribû,wekî qewatên ermenîya aparatên bêpîlote li Ermenîstanê çêkirî dane xebatê û ew yek gelekî bi açix bûye.Bi vî cûr’eyî, h’alê li ser sînorê qeza Tavûşê ji alîyê azêrîyada hate sertkirinê û cabdayîna ermenîya hema açixîya fikira ermenîye leşkerî û ya zanistîyêye.Cabdayîna alîyê ermeîya dide k’ifşê,wekî Ermenîstan li ser r’îya bilindkirina dereca bêqezîyabûnêye.Meriv dikare bêje,wekî li Tavûşê ne t’enê t’abîkî strat’êcî hatîye hildanê, lê li wir alîyê ermenîya gihîştîye destanîna bilindaya ulmî-têk’nolocî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button