H’emû nûçeSereke

Ji sedî zêdetir leşkerên azêrîya t’evî cêr’ibandina dîvêrsîyone şev bûne

Îşev, bi meremê hildana t’abîya sînorxweykirinêye qeza Tavûşêye bi navê “Bê tirs”, azêrîya cêr’ibandina dîvêrsîyon t’eşkîl kiribû, t’evî k’îjanê bûne ji sedî zêdetir leşkerên azêrîya. Derheqa wê yekêda Nîkol P’aşînyanê serekwezîr wextê civîna h’ukumatê gotîye. “Ew t’abî li alîyê gundên qeza Tavûşêye Movsêsê û Aygêparêye û hema li vir jî bûyarên van r’ojên dawî diqewimin”,-P’aşînyan gotîye. Serekwezîr gotîye,wekî azêrî hatine paşdadayînê û anegorî înformasîyayên pêşda, kuştî û birîndar nava wanda hene. Piştî wê yekê azêrîya destpê kirîye gundên Movsêsê û Aygêparê bidine ber bomba. Berbi wî t’abîyê ermenîya dîsa êrîş hatine mîyaserkirinê, lê ew hatine paşdadayînê.P’aşînyan înformasîya wezîreta p’arastinêye pêşda belavkirî îzbat kirîye, anegorî k’îjanê hatibû gotinê,wekî ji alîyê ermenîyada ne kuştî, ne jî birîndar hene, ne nava leşkerada, ne jî nava binelîyên e’dilda. Em bîr bînin,wekî îşev, seh’eta 3-a derbaz 4O deqe, t’abîxweykirên ermenî h’eja azêrîya t’exmîn kirine.P’areskerên ermenîya derbazî xwep’arastinê bûne û cêr’ibandina dîvêrsîyon dane t’er’ibandinê.Derheqa wê yekêda k’atiba pirêsayê, ya wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê, Şûşan Stêp’anyanê fêysbûkêda nivîsîye. “Piştî şer’ê giran, azêrî zyanê k’etine û hatine paşdaavîtinê.Berbangê seh’eta 5-a derbaz 2O deqe leşkerên azêrîya gundên Aygêparê û Movsêsê dane ber t’opa. Qewatên Ermenîstanêye sîlih’kirî provokasîyayên hêzên azêrîya didine lîkvîdasîyakirinê.Ev yek t’er’ibandina agirbestêye”,-Stêp’anyanê nivîsîye. Paşê ewê daye dîyarkirinê,wekî r’ûê opêrasîyonên derbazbûyîda nava leşkerên ermenîda zyank’êş t’unene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button