H’emû nûçeSereke

Li Tavûşê çi diqewime: wezîreta p’arastinê vîdêoya derheqa derbgîhandina hindava gundê Aygêparê belav kirîye

Şebeqê zû, berbangê, hêzên azêrîya destpê kirine gundên qeza Tavûşê bidine ber t’opa. Vê carê wana gundên Aygêparê û Movsêsê kirine nîşangeh.K’atiba prêssayê, ya wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê Şûşan Stêp’anyanê r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda vîdêo belav kirîye, k’îjanêda derbgîhandina gundê Aygêparê tê k’ifşê. “Piştî hinek we’de azêrîya bersiva layîqî stendîye”,-Stêp’anyanê nivîsîye.Pêşda me e’lam kiribû,wekî îşev, seh’eta 3-a derbaz 4O deqe, t’abîxweykirên ermenî h’eja azêrîya t’exmîn kirine.P’areskerên ermenîya derbazî xwep’arastinê bûne û cêr’ibandina dîvêrsîyon dane t’er’ibandinê.Derheqa wê yekêda k’atiba pirêsayê, ya wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê, Şûşan Stêp’anyanê fêysbûkêda nivîsîye. “Piştî şer’ê giran, azêrî zyanê k’etine û hatine paşdaavîtinê.Berbangê seh’eta 5-a derbaz 2O deqe leşkerên azêrîya gundên Aygêparê û Movsêsê dane ber t’opa. Qewatên Ermenîstanêye sîlih’kirî provokasîyayên hêzên azêrîya didine lîkvîdasîyakirinê.Ev yek t’er’ibandina agirbestêye”,-Stêp’anyanê nivîsîye. Paşê ewê daye dîyarkirinê,wekî r’ûê opêrasîyonên derbazbûyîda nava leşkerên ermenîda zyank’êş t’unene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button