H’emû nûçeSereke

R’esimê keç’ika Tavûşêye li cîyê xweveşartî r’azayî, bûye sîmvola qewînbûna r’uh’ê tavûşîya

Întêrnêtêd r’esimek belav bûye, k’îjanîda keç’ikeke li gundekî qeza Tavûşêyî nêzîkî sînor, li ber dîwêr, li cîyê xweveşartinê, r’azaîye. Ew r’esim mîkgrobloga înformasîyonda hatîye belavkirinê. Li r’ex wî r’esimî nivîsare: “Ev r’esim li Tavûşê hatîye k’işandinê.Zar’oka biç’ûk li cîyê xweveşartinê r’azaîye, çimkî alîyê azêrîya gund didine ber t’opa”.Em bêjin,wekî xudanê vî şikilî Narêk Adamyane.Ewî r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye,wekî gelek meriv wîr’a têlêfon dikin û alîk’arîyê pêşnîyar dikin, feqet, cîyên xwevşartinêye li r’ex sînor tiştekî her r’ojeye û malbeta wê zar’okê gotîye,wekî h’emû tişt normale.Em bîr bînin,wekî nava van r’ojên dawîda gundên qeza Tavûşêye li r’ex sînor didine ber t’opa û duh r’ûê t’opbarandinêda binelîkî gundê Çînarê birîndar bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button