H’emû nûçeSereke

Zohrab Mnasakanyan baylozên welatên dere li Ermenîstanê qebûl kirine

16-ê tîrmehê wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Zohrab Mnasakanyan, serk’arên wek’îltîyên dîplomatîyêye li Ermenîstanê qebûl kirine.Wextê r’asthatinê Mnasakanyanê wezîr h’alê r’ûê kirinên hêzên azêrîyaye agrêsîvda pêşdahatî r’aber kirîye. Wezîrê k’arên der derheqa t’opbarandinên azêrîyada daye dîyarkirinê. Bi gotina wezîr alîyê azêrîya bi zanebûn gundên li r’ex sînor kirine nîşangeh. Mnasakanyan derheqa agirbesta sala 1994-da xeberdaye û gotîye,wekî agirbest gerekê bê dasekinandinê û xweykirinê.Ewî usa jî derheqa e’lametîyên T’irk’îyayêda xeberdaye û gotîye,wekî T’irk’îyayê derheqa piştgirîya xweye hindava kirinên Adirbêcanêye agrêsîvda daye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button