Sîyasî

Ek’sîce’sûsîya leşkerî, ya Almanîyayê li Bûndêsvêrê êk’strêmîstên t’irkaye r’astê dîtin

Ce’sûsîya Almanîyayêye leşkerî lêpirsînê derbaz dike, ya ku girêdaîye çar êk’strêmîstên Bûndêsvêrêr’a. Ev yek li ser h’îmê lêpirsîna frak’sîya partîya Ç’epaye li Bûndêst’agê çawa caba h’ukumata Almanîyayê hatîye destpêkirinê. Van meriva ew h’esab dikin çawa endamên k’oma t’irkaye “Gurên gewir”. Li cîyekî, gilî derheqa t’er’ibandina konstîtûsîyayêdane, lê li sê cîyên mayîn ewên bin şikberîyêda, fikirên êk’srêmîstî pêşda k’işandine. Seroketîya Almanîyayê nava bersiva xweda derheqa p’êwendîyên “Gurên gewir”, yên li Almanîyayê, t’evî ce’sûsîya T’irk’îyayêye miletîyê bîr anîne. Endamên k’omê t’evî nevsên t’irkaye r’esmîye li Almanîyayê r’astî hevdu hatine.Wek’îla frak’sîya partîya Ç’epa h’esab dike,wekî ew yek qezîyaye, çimkî p’êwendî diçin dighîjine qulixdarîyên t’irkaye mexsûs.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button