H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê t’abîyên xwe dane pêşxistinê: r’eqema pêşk’eftina serk’arîkirina êlêktronî hatîye belavkirinê

Nava hejmara pêşk’eftina serk’arîkirina êlêktronîda, Ermenîstanê îsal t’abîyên xwe bi 19 xala dane pêşxistinê. Derheqa wê yekêda cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Tîgran Avînyan r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî Organîzeya Net’ewên Yekbûyî hejmara sala 2O2O-î, ya pêşk’eftina serk’arîkirina êlêktronî belav kirîye, k’îjanêda Ermenîstanê himberî sala 2O18-a t’abîyên xwe nava cêrga 193 welatada bi 19 xalava pêş xistîye û cîyê 68-da cîyê xwe girtîye. Nava wan welatada, beh’ra k’îjana t’une, Ermenîstan piştî Qazaxistanê cîyê dudadaye. “Em dixwezin welatê bi têk’nolocî pêşk’eftî, qewat û nû sazkin.Bona vî meremî dîcît’alkirin û serk’arîkirina êlêktronî, r’oleke mezin dilîze”,- Avînyan gotîye. Em bêjin,wekî anegorî lêk’olîna sala 2O18-a , ya Organîzeya Net’ewên Yekbûîye serk’arîkirina êlêktronî, hejmara Ermenîstanê himberî sala 2O2O-î nimiz bû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button