H’emû nûçeSereke

Gelo Adirbêcanê çi p’evk’etin bi nemamî t’er’ibandîye: Anna Nag’dalyan

Hema ji r’oja e’wlin destpêkirî me me’lûmetî belav kiribûn,wekî wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der t’evî h’emsedirên k’oma Mînskê nava p’êwendîyên sixdane û wextê pirêss-konfêransa min gotîye, ku xebat tên mîyaserkirinê, bona ku p’evçûyînên sîlih’kirî bêne sekinandinê, r’asthatin t’evî h’emsedirê r’ûs hebûne û me gotîye,wekî p’evk’etina agirbestê hatîye destanînê, ya ku hatîye t’er’ibandinê. Derheqa wê yekêda wextê pirêss-konfêransê, k’atiba pirêssayê, ya wezîreta Ermenîstanêye k’arên der Anna Nag’dalyanê gotîye, wextê ku ewê caba pirsa merivekî daye, ku gelo p’evk’etina çawa hebûye, wekî Adirbêcanê ew bi nemamî t’er’ibandîye. Bona paşdaanîna Narêk Sardaryanê ku xwe şaş kiribû û derk’etibû li ser axa Nexçêvanê, çi tê kirinê, çawa caba wê pirsê, Anna Nag’dalyanê gotîye,wekî p’êwendî t’evî serk’arîya Nexçêvanê îzbat bûye û ew pirs niha destê Xaçê Sor û Hîva Sordane.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button