SerekeSîyasî

Pêntagonê teyarên leşkerîye F-35, yên ku bona T’irk’îyayê hatibûne têr’adîtinê, paşda bik’ir’e

Hêzên Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye hewêye leşkerî, qirar kirine ku teyarên leşkerîye F-35, yên ku bona T’irk’îyayê pêþda hatibûne têr’adîtinê, bik’ir’e. Anegorî me’lûmetîyê, wezîreta Ştatên Yekbûîye p’arastinê îzbat kirîye,wekî ewê h’eyşt teyara bik’ir’e, bahê 862 mîlîon dolara. Anegorî peymanê têr’a dihate dîtinê, ku dîsa şeş teyarên wî cûr’eyî bidine T’irk’îyayê. Bi t’omerî hildayî têr’a dihate dîtinê, ku bona T’irk’îyayê sed teyarên wî cûr’eyî hazirkin. Waşîngtonê Enqere ji progirama çêkirina teyarên F-35 ji sala par da derxistinê, çimkî T’irk’îyayê komplêk’sên r’okêtaye S- 4OO ji R’ûsîyayê k’ir’îne. Enqerê çar komplêk’sên wî cûr’eyî îdî ji Moskvayê k’ir’îne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button