SerekeSîyasî

Wek’îlê Şêwira K’urdîye Miletîyê: hevr’axeberdanên di navbera k’urdada bi navçîgarîya gar’anta berdewam dibin

Endamê seroketîya şêwira k’urdîye miletîyê Meh’med Îsmaîl gotîye,wekî hevr’axeberdanên t’evî yektîya partîyayên k’urda bi hazirîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û fermandarên hêzên Sûrîya Dêmokratîk derbaz dibin.Ewî gotîye,wekî êtapa hevr’axeberdanaye e’wlinda qayîlîya sîyasî hatîye destanînê, lê êtapa dudada xebat hate kirinê, bona ku hevr’aqayîlbûna Dihokêye sala 2O14-a bibe h’îmê hevr’axeberdana. Niha ew hevr’axeberdan bin serk’arîya ŞAY û fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk Me’zlûm E’bdîda derbaz dibin. Ewî usa jî gotîye,wekî hevr’axeberdanên r’aste-r’ast wê zûtirekê destpêbin. Bi gotina wî, êtapa dudada wê pirsa serk’arîkirina li R’ojavayê bê gotûbêjkirinê. Çi ku derheqa paşdahatina pêşmergên R’ojdane, Îsmaîl gotîye,wekî h’etanî niha pirsên leşkerî û bêqezîyabûnê t’unebûne û ew pirs wê li ser h’îmê hevr’aqayîlbûna Dihokê bê h’elkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button