H’emû nûçeSereke

Civîna h’ukumatê Nîkol P’aşînyanê serekwezîr bi gotûbêjkirina opêrasîyonên Adirbêcanêye leşkerîye li ser sînorên Ermenîstanê, vekir

Wextê civîna h’ukumata Ermenîstanê, serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan derheqa h’alê li ser sînorê ermenîya-azêrîya xeberdaye. “Hêzên Ermenîstanêye sîlih’kirî ne t’enê êrîşên azêrîya paşda dan, lê pêr’a jî zyaneke mezin gîhandine wan. Alîyê azêrîya gelek zîyan dîtîye, nava wanda zyana sîlih’a û têxnîka leşkerî, têxnîka we’dê niha”,- Nîkol P’aşînyan gotîye. Bi gotina wî derba moralî-p’isîxolocîye ku gihîştîye Adirbêcanê, diha gelekî qewat bûye. P’aşînyan gotîye,wekî nava encamên wî h’emû tiştîda li Adirbêcanê h’alê sîyasî li hundur’ê welêt sert bûye û ew yek seroketîya welêt mecbûr dike, ku provokasîyayên nû dijî Ermenîstanê û Arsaxê t’eşkîlkin. Bi t’omerîkirina bûyarên li ser sînorên ermenîya-azêrîya, serekwezîrê Ermenîstanê çend cara got, wekî Adirbêcanê pêşda êrîş anî li ser t’opraxa Ermenîstanêye serbixwe û ew herdu t’abîyên ku bûne nîşangeh, li ser axa Ermenîstanêne û gunek’arkirinên Adirbêcanêye derheqa agrêsîyayêda bêh’îmin. “H’emû êrîşên Adirbêcanê hatine paşdadayînê û alîyê ermenîya t’abîyên xweye li ser sînor diha zêde dane qewînkirinê. Ew xiyala Adirbêcanêye derheqa wê yekêda, ku eskerên wan dikarin eskerê ermenîya alt’kin û pêr’a jî Ermenîstan û Arsax gerekê ber Adirbêcanê daxun, nava hewêda belav bûn.We’dekî dirêj me digote Adirbêcanê, ku ji t’abîyên qewatê mer’a xeber nedin, bi zimanê qewatê û bi gefxwexrina mer’a xeber nedin, lê Ermenîstanê ne t’enê gefxwerina bi qewatê înk’ar kir, lê usa jî li deşta şêr’ da k’ifşê,wekî ew gotinên Adirbêcanê bêh’îmin”,-P’aşînyan gotîye.Ewî usa jî daye dîyarkirinê,wekî Ermenîstan nava van qewilada jî li ser wê t’abîyêye ku qewatê nede xebitandinê û binelîyên Adirbêcanêye e’dil nekirîye nîşangeh, lê Adirbêcanê gef dixwerin, ku wê stansîya Ermenîstanêye atomîyê bidine ber r’okêta. “Ev gefxwerina gerekê bibe şe’detîya wê yekê, wekî Adirbêcanê heyîna xweye têr’orîstî dide k’ifşê”,-P’aşînyan goîtîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button