SerekeSîyasî

E’şîrên Lîbîyayê hazirin mîlîonek şer’k’ara r’akine dijî hêzên T’irk’îyayê

E’şîrên Lîbîyayê hazirin mîlîonek ç’ekdara r’akin ser p’îya, yên ku hazirin dijî hêzên t’irka şer’k’arîyê bikin, yên ku li ser axa Lîbîyayêne. Anegorî înformasîya r’ojne’ma “Aş -Şerq al Aûsat”-ê, derheqa wê yekêda wek’îlê şêwira şêxa û e’şîrên Lîbîyayêye t’ewrebilind Salih’ al Fendî gotîye. ” Mîlîonek merivên me hene, yên ku hînî şuxulk’arîya leşkerî bûne û hazirin ku dijî hêzên t’irka derk’evine deşta şêr’. Al Fendî gotîye, wekî gelek wek’îlên e’şîrên Lîbîyayê îdî nava cêrgên eskerê Lîbîyayêda şer’ dikin. Bi gotina wî, k’omên e’şîrên Lîbîyayê wê derk’evin, wextê ku eskerê t’irka bik’evine axa Lîbîyayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button