H’emû nûçe
Li Ermenîstanê hejmara nexweşên bi koronavîrûsê bi 469 merivîva zêde bûye û gihîştîye 36 162-a
Li Ermenîstanê nava r’oja dawîda li cem 469 merivî nexweşîya koronavîrûsê îzbat bûye û ew hejmar gihîştîye 36 162 -a. Derheqa wê yekêda merk’eza Ermenîstanêye îzinnedayîn û kontrolkirina nexweşîya e’lam kirîye.Merk’ezê daye dîyarkirinê,wekî niha meriv 10 013 qenc dibin, 151 879 têst hatine kirinê, 25 244 meriv qenc bûne, 688 meriv wefat bûne. Hejmara merivên ku r’ûê nexweşîyên mayînda wefat bûne, 217-ye.