SerekeSîyasî

T’irk’îyayê serokbajar’ê k’urdî berê girtîye

21-ê tîrmehê hêzên T’irk’îyayêye bêqezîyabûnê serokbajar’ê Batimanêyî berê Meh’med Demîr girtine. Meh’med Demîr ji partîya Dêmokrasîya Gelaye. Wextê ku ew ji ofîsa partîya xwe derdik’eve, wî digrin. Demîr nava wê yekêda gunek’ar dikin, ku p’êwendîyên wî t’evî PKK-ê hene.Pêşda ew 23-ê adara sala 2O2O-î binç’e’v kiribûn û bi wê me’nîyê ew ji qulixê derxistibûn. Meh’med Demîr 31-ê adara sala 2O19-a çawa serokbajar’ê Batimanê hatibû hilbijartinê. Dewletê dewsa wî wek’îlê xwe k’ifş kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button