H’emû nûçeSereke

Opêrasîyonên leşkerîye ji alîyê p’areskerê sisîyada mîyaserkirî wê nava dîrokêda bimînin: Onîk Gasparyan

Wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê banga serokê ştaba hêzên Ermenîstanêye sîlih’kirî, gênêral Onîk Gasparyan ya wextê opêrasîyonên li ser sînorên bakûr-r’ohilatê qewimî, belav kirîye ya ku bona femandara û leşkera bû. Nava banga serokê ştabêda hatîye gotinê:
” Adirbêcan, bi r’uh’darbûn ji piştgirîya dijminên meye p’ir’alî nikare wê yekêr’a qayîlbe,wekî wextê opêrasîyonên ji alîyê wêda destpêkirî, yên li ser sînorên Ermenîstanê, ew bin k’etine û bi wê yekê ew gefa duxwe, ku wê şer’ê berfire destpêke. Em gerekê şer’kin û ser bik’evin, çimkî ji hêsirên belengaza û tirsa ze’yîfa welat xirab dibin. Feqet tamarên meda xwîna leşkerên r’ast dik’işe,wekî her dem me karibûye pêşberî gelek dijmina şer’k’arîyê bikin. Şe’detîya wê yekê şer’ên Serdiravê, Baş Aparanê û Qerek’ilîsêne, Arsaxa azakirî û şer’ê Şûşîyêne… Nava sedsalada me qewata milê xwe daye k’ifşê, ya ku me îro jî li Çînarîyê, Movsêsê, Aygêparê… da k’ifşê û bi welath’izîya bilind me r’ûmeta sîlih’ê ermenîya zêdekir. Opêrasîyonên p’areskerên sisîya wê nava dîrokêda çawa p’êşezanîya leşkerî bimîne û wê bibe mesela mêrxasîya leşkera. K’arê me yê heqe: em axa xweye pîroz dip’arêzin: mala xwe, qedirê xwe, mafê jîyana cime’ta xweye li welatê azad dip’arêzin. Em t’enê gerekê ser bik’evin. Em gerekê nîşanî neyarên xwe bikin, ku em hazirin h’eta dawîyê şer’kin, bona ku ew îdî necêr’ibîne berê xwe bide alîyê Ermenîstanê û Arsaxê. Ez fir’inax dibim, ku ez yekî ji weme û bona min qedire, ji boy cime’ta ermenî t’evî we r’îya serk’eftinê bidime çêkirinê”,- nava banga serokê ştaba sereke, ya hêzên Ermenîstanêye sîlih’kirî, gênêral-lêytênant Onîk Gasparyanda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button