SerekeSîyasî

Li gundê kantona E’frînê cinyazên du binelîyên cî hatine dîtinê

Kanîyên înformasîyone cî r’agîhandine,wekî k’omên ce’sûsîya t’irkava girêdayî, h’eyşt binelîyên gundê Mamilê, yê di navbera neh’îyên R’ecoyê û Mobatê r’evandine. Zelal bûye, wekî binelîkî 65 salî li ştabeke ce’sûsîya t’irkaye li neh’îya Mobatê ji zêrandina wefat bûye. Piştî r’ojekê ce’sûsîya t’irka binelîk aza berdaye, lê yazîya yên mayîn e’yan nîne. 2O-ê tîrmehê k’irêkirîyên polîsîya leşkerî xortekî 21 salî r’evandibûn, lê h’etanî niha derheqa wîda t’u be’s t’unene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button