H’emû nûçe

P’aşînyan gavên azêrîya h’esab kirîye çawa cêr’ibandina werguhastina Fêdêrasîya R’ûsîyayê çawa dik’a t’êatorya p’evçûyînên di navbera miletada

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan 25-ê tîrmehê hevp’eyvîn daye kanala R’ûsîyayêye têlêvîzîyonêye RBK- ê, wextê k’îjanê derheqa êrîşên azêrîyên R’ûsîyayêye li ser ermenîyên li wir xeberdaye. R’ûp’elê xweyî fêysbûkêda P’aşînyan derheqa wê yekêda nivîsîye .Bi şirovekirina êrîşên azêrîyên ku li R’ûsîyayê dijîn, yên dijî ermenîya, serekwezîr gotîye,wekî ew yek ne t’enê nîşandayîna gavên dijî ermenîyaye, lê merem ewe, ku li R’ûsîyayêy jî h’al t’evlîhevbe û pêr’a jî ew cêr’ibandine, ku R’ûsîyayê bikine dik’a t’êatroya p’evçûyînên di navbera miletada. “Şikberî t’une, wekî seroketîya R’ûsîyayê dikare îzina wan bûyara nede. Feqet welatîyên meye li R’ûsîyayê gerekê sirîya xweda bizanibin, ku gerekê t’eslîmî provokasîya nebin, çimkî hene qewatên sisîya, yên ku dixwezin R’ûsîyayê t’evlîhev bikin, meremên k’îjana heye ku Kavkaza Başûr jî t’evlîhev bikin. Emê îzina wê yekê nedin”,-serekwezîrê Ermenîstanê nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button