SerekeSîyasî

ŞAY li R’ojavayê baza leşkerîye mezin çê dike

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî destpê kirîye baza leşkerîye mezin, ya bona eskerên li ser e’rdê û avîyasîyayê, li K’urdistana Sûrîyayê çê bike. Ajansa Basnews-ê r’agîhandîye,wekî Ştatên Yekbûyî ji bîznêsmênê e’yan Şêx E’lî H’emed Al Esed 5O-î hêktar e’rd k’ir’îye, bi meremê çêkirina baza leşkerîye mezine li neh’îya Şe’dadîyê, li Hesekê. Zelal bûye,wekî ŞAY e’rd bi meremê çêkirina baza h’îmlî k’ir’îye, bi k’îjanî baza nihaye li wir wê bê berfirekirinê. Hatîye r’agîhandinê,wekî p’êşezanên amêrîkî têxnîka û dem û dezgên giran anîne li wir ku xebatê destpêkin. Anegorî şirovekirinê, neh’îya Şe’dadîyê bi k’emala xweye stratêcî berbiç’e’ve, çimkî ew di navbera Hesekê û Dêyr Zorêdane, li ser sînorê t’evî Îraqêye. Baza amêrîkîye leşkerî, wê sînorê Îraqêye li neh’îya Dêyr Zorê, baza leşkerîye li R’ûmeylanê û dor- berên li wir kontrol bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button