H’emû nûçe
H’alê pênc leşkerên ku wextê bûyarên li Tavûşê birîndar bûne, normale, h’alê çar meriva jî başe: k’atiba wezîreta p’arastinê
Leşkerên ku wextê bûyarên li qeza Tavûşêye li ser sînor birîndar bibûn, neh merivin, yên ku niha nexweşxanadanin. Derheqa wê yekêda k’atiba pirêssayê, ya wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê Şûşan Stêp’anyanê gotîye. Ewê daye dîyarkirinê,wekî h’alê pênc leşkera normale, lê h’alê çar leşkera jî başe.Em bîr bînin wekî ji 12-ê tîrmehêda li ser sînorên ermenîya-azêrîyaye alîyê bakûr-r’ohilatê, r’ûê opêrasîyonên leşkerîda çend r’oja h’al sert bibû. Nava encamên wê yekêda, pênc leşkerên ermenî şih’îd k’etine.