SerekeSîyasî

Wezîrê Brîtanîyayêyî p’arastinê: k’urdên Sûrîyayê alî qewînbûnê dikin

Wezîrê Brîtanîyayêyî p’arastinê Bên Wêls e’lam kirîye,wekî k’urdên Sûrîyayê beşeke qewînbûna Sûrîyayêne.Wezîr r’ola k’urdên Sûrîyayêye nava şer’k’arîya dijî DAÎŞ-ê girîng h’esab kirîye. Derheqa wê yekêda ewî wextê civîna parlamêntê gotîye, li k’îderê pirsên girêdayî şer’k’arîya dijî DAÎŞ-r’a hatine gotûbêjkirinê. Wezîrê Brîtanîyayê derheqa opêrasîyonên t’irkaye leşkerîye dijî k’urda gotîye û e’lam kirîye,wekî Brîtanîya Mezin nava hinek pirsada piştgirîya T’irk’îyayê dike, lê girêdayî k’urdên Sûrîyayêr’a ewî gotîye,wekî ew beşeke qewînbûna Sûrîyayêne. “Hinek k’urd t’ifaqdarên Brîtanîyayê bûne û bo wê yekê jî Anglîya gerekê piştgirîyê bide wan”,-Bên Wêls gotîye.Ewî usa jî derheqa piştgirîya hindava hevr’axeberdanên k’urdên Îraqê û h’ukumata fêdêralda daye dîyarkirinê. “Qewatên k’urda û e’rebaye li Sûrîyayê, gelek tişt nava şer’k’arîya dijî DAÎŞ-ê nehêvişandine û Brîtanîya bona wê yekê ji wana r’azîye”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button