H’emû nûçeSereke

Wezîrê Ermenîstanêyî p’arastinê t’evî baylozê R’ûsîyayê h’alê herêmêyî gêopolîtîkî gotûbêj kirîye

Wezîrê Ermenîstanêyî p’arastinê Davît’ Tonoyan 28-ê tîrmehê r’astî baylozê R’ûsîyayêyî li Ermenîstanê Sêrgêy Kopîrkîn hatîye. T’evî r’asthatinê bûye usa jî wek’îlê baylozxanêyî leşkerî Andrêy Grîşçûk.Hatîye r’agîhandinê,wekî alîya pirsên hevk’arîya leşkerî û leşkerî-têxnîkî gotûbêj kirine.Xeberdan usa jî derheqa h’alê r’êgîyonêyî gêopolîtîkîda çûye.Wezîrê Ermenîstanêyî p’arastinê h’alê li ser sînorên ermenîya-azêrîya, arsaxîya-azêrîyaye van r’ojên dawî xeberdaye û derheqa r’ola alîyê r’ûsaye çêkirinê û qewînkirinêda daye dîyarkirinê.Davît’ Tonoyan usa jî derheqa gavên T’irk’îyayêye li r’êgîyonê, yên sîyasîya neçêkirinê gotîye û daye dîyarkirinê,wekî hêzên Ermenîstanêye sîlih’kirî, usa jî k’omên ermenîya-r’ûsaye t’evayî, bi mecalên ce’sûsîyê dîna xwe didine h’al û gerekê bona her tiştî hazirbin.Baylozê R’ûsîyayê careke mayîn derheqa t’abîya R’ûsîyayêye îzbatkirina qewînbûnêye li r’êgîyonê gotîye û daye dîyarkirinê,wekî alîyê r’ûsa wî alîda h’emû mecalên pêwîst dide xebatê. Xeberdan usa jî derheqa hevk’arîya leşkerîye dualî, nava wanda usa jî hazirîya leşkerîye t’evayî, plankirina derbazkirina t’e’lîmên t’evayî gotûbêj kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button