SerekeSîyasî

Xwendik’ara ji Dêrsimê îdî sê salin ku li h’ebsê bêyî qirara dawî r’ûniştîye

Keç’a 23 salî, ya ku bi gunek’arkirina wa gotî “nava têr’oîzmêda” serê sê salaye ku h’ebsêdane. Gunek’arkirina wê li ser h’îmê şe’dekî hatîye kirinê, navê k’îjanî belav nakin.H’îmlî wê keç’ê, navê k’îjanê Konake bona wê yekê gunek’ar dikin ku ew t’evî meş û mîtîngên p’êşk’êşî r’oja jinaye navnet’ewî, 8-ê adarê û usa jî bo r’oja 1-ê gulanê bûye. Xwendik’arê bona wê yekê gunek’ar dikin,wekî ew wextê wan t’eşkîldarîya hazir bûye. Heger li ser wî h’îmî meh’keme qirarê hazirke, wî çaxî dikarin bi we’dê dirêj wê keç’ê h’ebsêda bihêlin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button