H’emû nûçe

Nava deh r’ojada diha gelek p’ere hatine p’êşk’êşkirinê, ne ku nava sê salada: P’aşînyan

P’êşk’êşkirinên p’eraye bona fonda qulixçîyên leşkerî, dîsa ji welatên dinîyayêye cuda-cuda tên stendinê. Nîkol P’aşînyanê serekwezîrê Ermenîstanê r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda derheqa p’êşk’êşkirinên nava 12 r’ojada kirî daye dîyarkirinê û daye k’ifşê,wekî ew êp’êce zêde bûne. Ji 17-a h’etanî 27-ê tîrmehê ji 313 mîlîon dirama zêdetir p’ere p’êşk’êşî fondê kirine. Serekwezîr daye dîyarkirinê,wekî nava deh r’ojada diha gelek p’ere hatine ser h’esabê fondê, ne ku nava sê salên dawîda. Ewî gotîye,wekî nava sê salên dawîda 3O8 mîlîon diram derbazî ser h’esabê fondê bûne. “Tiştê şabûnêye,wekî p’êşk’êşkirinên ji welatên der diha zêde bûne. Ez r’azalixîyê e’lamî welatîyên me dikim û bangî wan dikim, ku vê yekê boy qulixçîyên meye leşkerîye şih’îdk’etî û birîndar, malbetên wan berdewamkin”,-serekwezîr nivîsîye û serda zêde kirîye,wekî meremê vî h’emû tiştî ewe, ku piştgirîyê bidin malbetên şih’îdên şer’ê Arsaxê. P’aşînyan daye bawarkirinê,wekî h’ukumatê sirîya xweda h’emû tişt kirîye û wê bike ku pişta leşker qewînbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button