SerekeSîyasî

Wezîrê T’irk’îyayêyî p’arastinê hîvî ji Kongrêsê dike, ku dijî Enqerê sanksîya pêşda nek’işîne

Wezîrê T’irk’îyayêyî p’arastinê Hûlûsî Akar hîvî ji Kongrêsa Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî kirîye, ku dijî Enqerê sanksîya pêşda nek’işîne, yên ku r’ûê k’ir’îna komplêk’sên R’ûsîyayêye ek’sîhewêye S-4OO-da gerekê bêne pêşdak’işandinê. Em gumanin,wekî Kongrêsê usa bike, ku hevk’arîya meye stratêcî qewînbe”,-Akar gotîye.Em bêjin,wekî Ştatên Yekbûyî qirara derheqa wê yekêda qebûl kirîye, çimkî T’irk’îyayê e’şaretîya ŞAY h’esab hildneda û komplêk’sên R’ûsîyayêye r’okêtaye ek’sîhewê k’ir’în. Sala derbazbûyî T’irk’îyayê bangî Kongrêsê kir, ku qirarên wî cûr’eyî neyêne qebûlkirinê, lê bangên wê bêyî guhdarî man.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button