H’emû nûçe

Wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê be’sên derheqa teyarên t’irkaye leşkerîda înk’ar dike

K’atiba pirêssayê, ya wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê Şûşan Stêp’anyanê fêysbûkêda nivîsîye, wekî ew me’lûmetîyên ku întêrnêtêda hatibûne belavkirinê, ku giva teyarên t’irkaye leşkerî nêzîkî sînorê Ermenîstanê bûne, yên ner’astin, ne nêzîkî r’astîyêne.Em bêjin,wekî girêdayî wan me’lûmetîyar’a, wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê şirovekirin nedaye, lê daye dîyarkirinê,wekî ew înformasîya ne yên r’astin.Em bîr bînin,wekî dudê t’ebaxê me’lûmetî hatibûne belavkirinê, wekî teyarên t’irkaye leşkerîye F-16 nêzîkî sînorê Ermenîstanê bûne, lê wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê ew înformasîya çawa ya ner’ast h’esab kir.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button