H’emû nûçe
Hevaltîya ermenî lîsênzîya çêkirina sîstêmên guhar’tina hewa p’işika stendîye
Hevaltîya ermenîye YEA Engineering-ê îzina çêkirina sîstêmên guhar’tina hewa p’işika bona nexweşên bi koronavîrûsê stendîye.Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî senaya têk’nolocîyên bilind Hakob Arşakyan r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye.Wezîr daye dîyarkirinê,wekî 33O-î hevaltîyên ji 42 welata t’evî wê lecê bûne, ji k’îjana t’enê 28 welata lîsênzîya stendine.